(Go: >> BACK << -|- >> HOME <<)

Here naverokê

Cejna zimanê kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cejna zimanê kurdî yan jî Roja cejna zimanê kurdî, her sal di 15 Gulanê de ji aliyê partî û saziyên kurd ve tê pîrozkirin.[1][2] Di pîrozbahiyan de bal dikişînin ser zextên asîmîlasyonên li ser zimanê kurdî. Bi taybetî rewşa zimanê kurdî û asîmîlasyona li Bakurê Kurdistanê tê niqaşkirin.[3]

Dîrok

Di 15ê gulana 1932an de li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve yekemcar Kovara Hawar tê çapkirin. Kovara Hawar, 23 hêjmarên destpêkê bi tîpên erebî bi kurdî û 34 hêjmarên dawî bi tîpên latînî bi kurdî dertê.[4] Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.[5]

Nîqaş û daxwazên saziyan

Di pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya sala 2021an gelek sazî û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bal kişand ser zextên ku di salên dawiyê de ji aliyê dewleta Tirkîyeyê ve li ser zimanê kurdî tê bikaranîn, anîn ziman. Partî û saziyên daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir û gotin pêwiste ku êdî zimanê kurdî bibî zimanê fermî û mafê zimên bi qanûna bingehîn were parastin[6][7][8]

Di derbarê perwerdehî bi zimanê zikmakî bangawazî û daxwazên sazî û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ev in:

  • Partiya Demokratîk a Gelan (HDP): Parastinana ziman, çand û wêjeya Kurdî ku gelê Kurd di tevahiya dîroka xwe de ji bo zindî hiştinê berdêlên mezin dayeev nene tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên herêmhêviyekke mezin e.istomarkirinên n parlementoyê de bi kurdî ku li ser kursîyê tê axaftin bi navê 'zimanê nayê zanîn', 'zimanê nayê fehmkirin', zimanê 'x' tê gotin. Piştî 15ê Tîrmehê, rojname, kovar, TV, malper, saziyên jinan, Enstîtuya Kurdî û kursên taybet ên ku di rewşa awarte de bi Kurdî dixebitin weşanê dikirin, hatin girtin û hatin qedexekirin. Navên saziyên kurdî, park, navên kolanan bi tirkî hatin guhertin. Di demekê de ku hevserokên şaredariyan xizmetên şaredariyê yên pir zimanî dikirin, bi riyên bêhiqûqî hemî hatin girtin. Roja Cejna Zimanê Kurdî ku wekê rojekî têkoşînê tê xwedîderketin, gelekî girîng e. Di vê roja bi wate de em gelê Kurd û hemû kesên ku li dijî zilm, asîmîlasyon, înkar, cehalet û polîtîkayên sûcê çandî yên ku bi sedsalane li ser ziman, çand û wêjeya Kurdî didome, ked û têkoşîna silav dikin û Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin.[9]
  • Weşanxaneya Nûbihar:

Çavkanî

  1. ^ Gazetesi, Evrensel. "HDP: Kürtçe Anayasayla korunsun". Evrensel.net (bi tirkî).
  2. ^ Gazetesi, Evrensel. "Kürt Dil Bayramı | 'Bir gün değil, her gün Kürtçe' eğitim kampanyası başlıyor". Evrensel.net (bi tirkî).
  3. ^ Turkish, Basnews. "HDP'den Kürt Dil Bayramı açıklaması: Kürtçe Anayasayla korunsun". www.basnews.com.
  4. ^ "Hawar'dan Kürt Dil Bayramı'na: Dilimiz varlığımızdır - Özgür Manşet". ozgurmanset.net (bi tirkî). 13 gulan 2021.
  5. ^ Gazetesi, Evrensel. "Kürt Dil Bayramı | 'Bir gün değil, her gün Kürtçe' eğitim kampanyası başlıyor". Evrensel.net (bi tirkî).
  6. ^ "Kürt Dil Bayramı'nı kutluyoruz…". hdp.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2021.
  7. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/turkish/culture-art/15052021. Roja gihiştinê 16 gulan 2021. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  8. ^ Gazetesi, Evrensel. "Kürt Dil Bayramı'na dair konuşan yayıncılar: Ana dilde eğitim için mücadele edilmeli". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2021.
  9. ^ "Kürt Dil Bayramı'nı kutluyoruz…". hdp.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2021.