Misira kevnare yan jî
Misira kevin, bi navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê
Nîlê hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîlê bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê wateyê ku wê
cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin. Pêkhatin û damezrandina
çanda misirî digihije heta
demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî binavûdeng e di serdema berî xanedanê de (bi îngilîzî
Predynastic period) dest pê kir, gava ku li Misira Jorîn împeratoriyeke yekem hat damezrandin. Digel tevgerên leşkerî yên dagirkirinê ev împeratorî her ku çû berve Deltaya Nîlê mezintir bû. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin.
(zêdetir...)