Sphere: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 14: Rêz 14:
Heya cotmeha sala 2019an, ekîbên avahîsaziyê jêrzemîna 7.400 m² û her weha qata yekem a qada jêrzemînê qedandin. Qada jêrzemînê hatiye payîn ku ji bo qada giştî ya çalakiya mirovan were bikar anîn. Kolandin ji bo avakirina jêrzemînê bi qasî 6.4 mêtre hatiye kolandin. Di meha kanûna pêşîn a sala 2019an de bi temamkirina qata çaremîn a ji heşt qatên jorîn bilindahiya avahiyê gihîştiye 20 mêtreyan.

Di meha sibata sala 2020an de çaremîn vînça herî mezin a cîhanê Demag CC-8800, li aliyê bakurê rojhilatê avahiyê ji bo rakirina materyalên avakirina giran hate saz kirin. Vînç dikare heta bilindahiya 180 mêtre li ser lingan bisekine. Di rewşek jihevdekirî de vînç bi rêya Okyanûsa Atlantîkê ji Zeebruggea Belçîkayê berbi Port Hueneme a Kalîforniyayê ve hatiye veguhestin. Piştre re bi 120 traktor-raylor vînçê ji Hueneme tînin Las Vegasê. Ji bo sazkirina vînca sereke bi pêvajoyek ku 18 rojan berxw dide bi vînçek cuda cuda vînca sereke hatiye sazkirin. Di meha adara sala 2020an de, avahî gihîşte xala herî fireh a avahiyê ku xala herî berfireha avahiyê gihîştiye 157 mêtreyê. Xala herî berfirehê avahiyê li qata şeşem a avahiyê ye û 33 mêtre ji rûyê erdê bilind e.
Di meha sibata sala 2020an de çaremîn vînça herî mezin a cîhanê Demag CC-8800, li aliyê bakurê rojhilatê avahiyê ji bo rakirina materyalên avakirina giran hate saz kirin. Vînç dikare heta bilindahiya 180 mêtre li ser lingan bisekine. Di rewşek jihevdekirî de vînç bi rêya Okyanûsa Atlantîkê ji Zeebruggea Belçîkayê berbi Port Hueneme a Kalîforniyayê ve hatiye veguhestin. Piştre re bi 120 traktor-raylor vînçê ji Hueneme tînin Las Vegasê. Ji bo sazkirina vînca sereke bi pêvajoyek ku 18 rojan berxw dide bi vînçek cuda cuda vînca sereke hatiye sazkirin. Di meha adara sala 2020an de, avahî gihîşte xala herî fireh a avahiyê ku xala herî berfireha avahiyê gihîştiye 157 mêtreyê. Xala herî berfirehê avahiyê li qata şeşem a avahiyê ye û 33 mêtre ji ser rûyê erdê bilind e.

== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 19:15, 10 gulan 2024

Sphere (wekê Sphere a Resorta Venetianê jî tê zanîn) avahiyeke şahî û muzîkê ya li Paradise a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku li rojhilatê Las Vegas Stripê hatiye avakirin. Avahî ji aliyê Populous ve hatiye sêwirandin ku proje ji hêla Pargîdaniya Madison Square Garden ve di sala 2018an de hatiye ragihandin ku di wî demê wekê MSG Sphere hatiye zanîn. Li otodriyoma bi 18.666 kursiyan bi vîdo û dengîyê ku bi ekranek LEDê ya hundurîn a bi dîtina 16Kê yê derdora navîn û derveyî dorpêç kiriye, dengweşên (hoperlor) bi teknolojiya ku pêlên dengê çêdike û bi efektên 4D yê pêşandan tê lidarxistin. Li derveyî avahiyê bi ekraneke mezin a LEDê derdorê avahiyê dorpêç dike ku mezinahiya giştî ya ekranê 54.000 m² ye. Sphere bi bilindahiyek 112 mêtre bilind e bi firehiyeke 157 mêtre berfireh e. Lêçûna arenayê 2.3 milyar dolarê amerîkî ye ku bi vê yekê Sphere bûye cîhê şahiyê ya herî biha yê ku li Las Vegasê hatiye avakirin.

Sphere di 29ê îlona sala 2023an de bi konsera koma rockê ya îrlendî û bi pêşandaneke 40-pêşandanî hatiye vekirin.

Dîrok

Paşperdeh

Projeya ku wê demê wekî MSG Sphere dihate zanîn ku di sibata sala 2018an de hatiye ragihandin. Proje di destpêkê de bi hevkariyek di navbera Pargîdaniya Madison Square Garden (MSG) û Las Vegas Sands Corporation de bû. Sphere tenê li derdora Las Vegas Strip û li rojhilatê bajaroka geştiyarî ya Venetian e ku ev bajaroka geştiyarî ji aliyê Las Vegas Sands ve di sala 1999an de hatiye vekirin. Pargîdaniya Las Vegas Sands ji bo projeyê qadeke 18 hektar erd amade dike. Apollo Global Management li cihê hevkarê berê ya Las Vegas Sandsê di sala 2022an de Venetian kirî û dibe hevkarê nû yê MSG li ser projeya Sphere. Wekî beşek ji firotanê axa li binê Resort û Sphere ya Venetian ji aliyê Vici Properties ve tê kirîn.

Projeya bi şeklê kadê (Sphere) ji hêla Populous ve hatiye sêwirandin ku di hundurê avahiyê de ekrana LEDê heye avahiya herî mezin a cîhanê ye. MSG di destpêkê de lêçûna projeyê 1.2 milyar dolar texmîn kiribû. Di sibata sala 2020an de pargîdaniyê diyar kiriye ku lêçûn di encama guheztinên sêwiranê yên ku ji bo baştirîn kirina cihê bînerab gihîştiye 1.66 milyar dolarên amerîkî. Lêçûn her ku diçe zêde dibe di dawiyê de ji ber krîza zincîra peydakirina gerdûnî ya salên 2021-2023 û zêdebûna enflasyonê ya salên 2021-2022an ji 2 milyar dolarê derbas dibe. Sphere di dîroka Las Vegasê de cihê şahiyê yê herî biha ye ku lêçûna Sphere ji Stadyuma Allegiantê ku 1.9 milyar dolarên hatibû avakirin derbastir kiriye.

Avahî

Di 27ê îlona sala 2018an de bi merasîmek avêtina bingeha avakirina Sphere hatiye lidarxistin û nêzî 300 kes beşdarê merasîmê bûne ku di nav wan de Sheldon Adelson ya Las Vegas Sands û parêzgarê Nevada Brian Sandoval hebû. Di mijdara sala 2018an de hatiye ragihandin ku MSG Sphere ku digel barên nû, suîtên taybet, muzexaneyek û cihê firotanê têne çêkirin. AECOM ku pargîdaniyeke binavkirin û şêwirmendiyê ya amerîkî ye di sibata sala 2019an de bi peymanek pêşîn, li ser sêwirandina avahiya Sphere dest bi xebatan dike.Heman pargîdanî AECOM li ser gelek stadyûmên din xebitîbû ku di nav de T-Mobile Arenaya li Las Vegasê heye. Kolandina bingeha avakirina Sphere di adara sala 2019an de hatiye destpêkirin. Di projeyê de 400 karkerên avahiyê hebûn. Dihate payîn ku ev hejmar di dawiyê de bigihêje lûtkeya 1.500 karkeran. Çêkirina jêrzemîna Sphere di tîrmeha sala 2019an de dest pê dike.

Çavkanî